NûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: Êrîşa kîmyewî ya Idlibê behane bû ji bo destwerdana Amerîkayê li Sûriyeyê

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku îdiayên êrişa kimyawî ya li Îdlîbê bihane bû ji bo mudexaleya Amerîkayê li Sûriyeyê û ji aliyê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ku li welatê xwe bo ku alîgir ji xwe bicive, pêk hat.

Esad ji televizyona ONTê ya Belerûsê re axivî û diyar kir ku îdiayên êrişa kimyewî ya li Xan Şexûnê ya Îdlîbê parçeyekê ji kampanyay reşkirina hikûmeta Sûriyeyê bû û bihaneya bo mudexaleya Amerîkayê li Sûriyeyê bû.

Li gorî ragihandina SANAyê ajansa nûçeyan a fermî yê Sûriyeyê, Esad eşkere kiriye ku ev yek parçeyekê kampanyaya reşkirina Hikûmeta Sûriyeyê bû. Amerîka rasterast an jî nerasterast piştgirî da DAIŞê û El Nusrayê û dema ku polîtîkaya xwe bi van rêxistinan re dest pê kir, xwest têkiliya xwe yê bi wan re xwest bibire. Herwiha xwestin sedemên pirsgireka li Sûriyeyê ne DAIŞ û El Nusra ne, sedemê pirsgirekan hikûmetê bidin nişandan.

Esad eşkere kir ku ev plan ji bo gelek hedefan bi hev re pêk bînin bûn. Bibîrxist ku rêveberiya Trump bi lobiyan, sazî, çapamenî û hêzên din re pirsgirekan dijîn û got: “Êriş bo mudexaleya Sûriyeyê bû. Bivê yekê xwet hêza xwe bide nişandan. Rûsya û Îran pêşniyar bo lêkolîna îdiayan li Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî (OPCW) kirin. Tenê lêpirsîn îspat dike ku derewan dikin.”

Esad ragihand ku hemû îxlalên binpêkirina peymana herêmên bi ewle bi piştriya Hizbullahê dê Sûriye, Rûsya û Îranê bikarin asteng bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu