NûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: “Êrişa plankirî ya Amerîka li Dêra Zorê bi kêrî DAIŞê hat”

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bo êrişa Amerîkayê ku di meha îlonê de baregeheke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê bombebaran kiribû ragihand ku ew êriş plankirî bû û herî zêde jî bi kêrî rêxistina terorîst a DAIŞê hat.

Hêza Hewayî ya Amerîkayê di 17ê Îlona 2016an de bi balafiran êrişî baregeheke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê kiribû û di encama êrişê de 80 leşker hatibûn kuştin û bi 100an leşker jî birîndar bibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu