NûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: Heleb dê boçûna tevahiya şerê Sûriyeyê biguherîne

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku vegerandina piraniya bajarê Helebê, dê boçûna şerî li seranserê welatî biguherîne.

Esad diyar kir ku piştî jidestdana Hums û Şamê, tenake hêviya mabû di destê milîtanan de Heleb bû û wiha pê de çû: “Biryar hat dayîn ku tevahiya Sûriyeyê were rizgarkirin û Heleb beşek jê ye.” Li gorî nûçeya televzyona El-Meyadînê ya girêdayî Hizbûllahê, Esad bi rojnameya El-Wetenê ya nêzîkî hikûmetê re axiviye û diyar kiriye ku encama têkoşîna par, îro derdikevin holê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu