Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku vegerandina piraniya bajarê Helebê, dê boçûna şerî li seranserê welatî biguherîne.
Esad diyar kir ku piştî jidestdana Hums û Şamê, tenake hêviya mabû di destê milîtanan de Heleb bû û wiha pê de çû: “Biryar hat dayîn ku tevahiya Sûriyeyê were rizgarkirin û Heleb beşek jê ye.” Li gorî nûçeya televzyona El-Meyadînê ya girêdayî Hizbûllahê, Esad bi rojnameya El-Wetenê ya nêzîkî hikûmetê re axiviye û diyar kiriye ku encama têkoşîna par, îro derdikevin holê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)