Esad: Hêzên bîyanî ku bêyî îzna me li Sûrîyê ne, destdirêjkar in

Serokomarê Sûrîyê pêkutî kir, hêzên bîyanî ku bêyî daxwaza an îzna me derbasî axa Sûrîyê dibin, hêzên êrişker û destdirêjker in.
Bişar Esed serokomarê Sûrîyê li hevpeyvîna igel tekevîzyona Fonîks a Çînê pêkutî kir, qeyrana Sûrîyê divê ji du rêyên hevgav ango têkoşîna li hemberî têrorîsmê û rêya sîyasîn bi gotinek din gotûbêjên alîyên sûrî bê çareserkirin.
Serokomarê Sûrîyê herwiha got: Tenha rêya çareserkirina qeyrana Sûrîyê ji destpêka qeyranê û şerê dijî Sûrîyê heta niha, aştîya di navbera dewletê û kesên çekdar li Sûrîyê ye ku hinek ji wan tevlî dewletê bûne û hinekên din sîlehên xwe radest kirine û vegerîyane jîyana asayî.
Bişar Esed li bara alîyên ku dora masa muzakirê dicivin got: Gellek alî hene ku hinek ji wan netewperest in û nunerê kesî nînin belkî nunerê xwe ne lê, hinek din nunerê têrorîstan in û di rastîyê da têrorîstên li dora masa muzakirê ne û hinek jî nunerê welatên bîyanî yên wek Erebistan, Tirkîye, Fransa, Ingilîs û renge Amerîkayê ne. Heke em bikxwazin muzakire kêrhatî bin, divê muzakire di navbera alîyên sûrî da bin. Me nijyar û çarçova muzakireyan kifş nekirîye belkî ev nijyar ji hêla Stêfan Dî Mîstora nunerê NY li karên Sûrîyê û bi nifûza wan welatan pêk hatîye ku dixwazin muzakiran wekî darê destan jibo zordayîna ser Sûrîyê bikar bînin. Çawan ku min got, her kesek nunerê derstûrkarên curbicur e. Neyaran desteyeke yekgirtî tinene û di encamê da divê em bi çi alîyekî ra muzakirê bikin. Vê carê tu muzakireyek li Jênêvê pêk nehat û eva ew hegera bêencamîya van muzakireyan bû.
Wî herwiha got: Şêwaza pêkan a bidestxistina rêbaza çareserkirina qeyranê bi şiklan e, yek şerê dijî têrorîstan e ku eva erka dewletê ye û ya duyem jî lidarxistina muzakireyan. Van muzakireyana berûlayên curbicur hene yek ji wan hêla sîsyasî ye. Lewma ev meseleya têkildarî sûrîyan û lidarxistina giştpirsîyê ye. HÊla duyem handana kesên çekdar û yên ser bi komên têrorîst e ku sîlehên xwe daynin erdê û bên efûkirinê.
Bişar Esed li bara sîyasetên pêşerojê yên Donald Trump got: Li gorî gotinên Trump dema propagandên serokomarîyêewlewîyeta karê wî têkbirina DAIŞ`ê bû lê me tu pêngaveke berbiçav di vî warî da nedîtîye. Meriv nikare êrişan tenê bi êrişên hewayî bisînor bike belkî divê bi hêzên bejayî ra hevkarî pêk bê, lewma ûris ji destpêka piştgirîyên xwe ji artêşa Sûrîyê li şerê dijî DAIŞ`ê û girtina pêşîya pêdaçûna vê komê serkevtî bûn. Em û dewleta Trump ji hêla têorîyê va li bara ewlewîyeta têkoşîna li hemberî têrorîsmê hevfikr in lê di şiklê piratîkê da hela na.
Bişar Esed li bara civîna berpirsên Şamê ligel berpirsên Tirkîye, Ûrsêt û Amerîkayê li Tirkîyê û plana Şamê jibo êrişa dawîyê ser DAIŞ`ê got: Tirkîye hela jî pişta DAIŞ`ê digire. Receb Teyîb Erdogan endamê Ixwan ul Muslimînê ye û têkilîya wî ligel îdolojîya DAIŞ û Cebhetunusrê ra heye. her kes vê yekê dizane.
Wî li bara bicihbûna hêzên amerîkî li Minbicê jî got: Hêzên bîyanî ku bêyî daxwaza an îzna me derbasî axa Sûrîyê bûne, hêzên êrişker û destdirêjker in. Çi ew hêz amerîkî yan tirkîyeyî yan her hêzeke din be. Em fikir nakin eva kêrhatî be.
Bişar Esed herwiha gto: Em niha gellekî nêzîkî Reqê bûne. Hêzên me duh ji alîyê Reqê va gellekî nêzîkî Reqê bûn. Reqe meqera DAIŞ`ê jibo me ewlewîyet e lê eva nayê wateya v yekê ku bajarên din di ewlewîyetê da nînin.
Wî li bara kutakirina şêrr jî got: Heke destwerdana bîyanî nebe mirov dikare mideha çend mehan da şêrr ser hev da bide, mesele ji hundur va lihevalîyayî nîne belkî lihevalîyayîbûna şêrr bi hegera destwerdana ji derve ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)