Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad da zanîn ji bo pêşeroja Sûriyeyê ew dikarin ji berjewendiyên xwe yên şexsî tavîzan bidin lê ew tu caran tavîz ên ji berjewendiyên netewî û desthilatdariya milet, destûra bingehîn û serbixwebûna Sûriyeyê nadin.
Esad ku ji televizyona Belarusê a binavê ONTê re peyivî got:”Em qetîyen tavîzan ji desthilatdarî, berjewendiyên netewî, destûra bingehîn û serbixwebûna Sûriyeyê nadin. Lê em dikarin tavîzan di mijarên şexsî de bidin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)