NûçeRojhilatanavinSûriye

Esad nûçeyên derbarê girtina Bexdadî derewand

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad nûçeyên derbarê girtina serokê rêxistina DAIŞê Ebu Bekir el Bexdadî de derewand.

Esad îdiayên derbarê ku li nêzî sînorê Iraqê Bexdadî hatiye girtin ji Sputnikê re nirxand û got: “Na ev yek ne rast e. Sînor niha di bin kontrola DAIŞê de ye. Sînor ne ji aliyê welatên Rûsya, Sûriye, Amerîka û welatên Rojava ve tê kontrolkirin, tenê DAIŞ sînor kontrol dike. Ji bo vê yekê Bexdadî li wê herêmî di ewlehiyê de ye. ”

Beriya niha hatibû îdiakirin ku Bexdadî li Sûriyeyê nêzî sînorê Iraqê hatiye girtin. Lê ev îdia nehatibûn piştrastkirin.

Ji aliyê din ve Esad diyar kir ku ji Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz kirine ku şandeyekê ji bo lêkolîn kirina êrişa kimyewî ya li bajaroka Xan Şexûnê yê bajarê Îdlîbê, bişînin. Esad eşkere kir ku hêj bersiva nameya wan nehatiye dayîn.

Esad destnîşan kir ku NYê heta niha şandeyekê neşandine herêmê, lewra Amerîka û Wleatên Rojava vê yekê asteng dikin, “Eger pispor dema hatin Xan Şexûnê dê îdiyên derbarê êrişa kimyewî de bibînin derew in.”

Serokê Dewleta Sûriyeyê Esad eşkere kir ku çend sal berê dîsa daxwaza şandina pisporan bo îspatkirina bikaranîna xaza jêhrî yên terorîstan Şamê serî li NYê da û çend bûyerên wiha hatin jiyandin, lê tevî hemû tiştan NYê dîsa şandeyekê neşandibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu