CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye
Esad: Rizamendiya me tine ku leşkerên DYAyê li Minbicê bin
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku ne razî ne hêzên DYAyê li Minbicê bin û teqez kir ku tekane hêz li dijî DAIŞê bi awayekî bi bandor şer dike, Rûsya ye.
Esad bi kanala Phonixê ya Çînê re axivî û tiştên giring ji axiftina wî wiha ne:
- Em ji hebûna leşkerên DYAyê li Minbicê ne razî ne.
- Çi hêzên biyanî bêyî destûra Sûriyeyê, têkevin nav xaka wê, ew hêz dagirker in. Ew hêz çi yên DYAyê bin çi yên Tirkiyeyê bin.
- Li ser asta fermî ti pêwendî di navbera Hikûmeta Sûriyeyê DYAyê de tine.
- Tirkiye piştgiriya DAIŞê dide û Erdogan endamên rêxistina “Ixwan El Muslim”ê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)