CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: Rizamendiya me tine ku leşkerên DYAyê li Minbicê bin

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku ne razî ne hêzên DYAyê li Minbicê bin û teqez kir ku tekane hêz li dijî DAIŞê bi awayekî bi bandor şer dike, Rûsya ye.

Esad bi kanala Phonixê ya Çînê re axivî û tiştên giring ji axiftina wî wiha ne:

  • Em ji hebûna leşkerên DYAyê li Minbicê ne razî ne.
  • Çi hêzên biyanî bêyî destûra Sûriyeyê, têkevin nav xaka wê, ew hêz dagirker in. Ew hêz çi yên DYAyê bin çi yên Tirkiyeyê bin.
  • Li ser asta fermî ti pêwendî di navbera Hikûmeta Sûriyeyê DYAyê de tine.
  • Tirkiye piştgiriya DAIŞê dide û Erdogan endamên rêxistina “Ixwan El Muslim”ê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)
Başa dön tuşu