AborîAsyaEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Bihêztirbûna Asyayê girêdayî bi xebawerî û hevgirtinê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bihêztirbûna Asyyaê girêdayîyê xwebawerî û vîna hevpar ji bo hevgirtinê zanî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got ku bihêztirbûna Asyyaê girêdayî bi xwebawerî û vîna hevpar ji bo hevgirtinê ye.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê li civîna duyem a “civata gotûbêj û hevkariyên Asyayê“ li Bankokê ku serok û rayedarên 34 welatên asyayî tê da beşdar bûn, destnîşan kir: Welatên asyayî divê bi vekirina bazaran, danûstandina aborî, guhertina nijayarên navxweyî, zelalkirin û hevahengiyên berfireh li warên siyasetdanînê, pêngavên bilind li riya xurtkirina çawaniya jiyana xelkê û xurtkirina cîgeha Asyayê li danûstandinên cîhanî rakin.

Rûhanî got: Îro gişt îtiraf dikin ku ti mijareke navneteweyî bêyî amadebûn û hevkariya nêzik a welatên hêzxurt ên asyayî çareser nabe û li çareserkirina pirsgirêkên mezin ên topa erdê wek guhertinên rewşa hewayê, qeyrana jîngehê, pirsgirêkên civakî wek mijara awareyan, penaxwazî, nexwendîbûn û rebenî, eva welatên asyayî ne ku wek xwedîrolên warê serêxwegirtina ewlehiya komkî rola xwe dilîzin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her viha tevî vexwendin û pêşwaziya ji amadebûna sermayedanerên asyayî li Îranê, got: Têhran li dû lîstina rola çalaktir li şebekeya tranzît û veguehstina Asya-Ewropayê ye.

Rûhanî li bara mijarên girîng ên navçeyê jî got: Destwerdana neqanûnî ya welatên hêzxurt bûye sedema dewama pevçûn û bêrehmiyan.

Rûhanî got: Komara Îslamî ya Îranê bi têgihîştina kûr li bara  girîngiya ewlehî û aramiya Asyayê, li ser vê bawerê ye ku qeyrana herî giran, zêdexwazî û tundiya ye ku seranserî parezemîna Asyayê ji Tokyoyê heta Dêhliyê û ji Bexda û Şamê heta Istenbolê daye ber xwe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her viha got: Îran wekî bendaveke qahîm li hemberî bandor û berfirehbûna zêdexwazî û têrorîsmê li navçeyê rawestiyaye û li ser vê yekê pêgiriyê dike ku destwerdana neqanûnî ya aliyên hêzxurt bûye sedema van pevçûn û bêrehmiyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu