NûçeRojhilatanavinSûriye

Esad:Emê terorîstan vegerîn in Tirkiyê

Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed ragehand ku, ew dê navçeyên xwe ji terosîtan baqij bikin û wan terorîstan vegerînên Tirkiyê cihê ku, jê hatîne.

Derbarê vê yekê Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîna xwe ya rojnameya rûsî ya “Komsomolskaya” wiha got:”Divê em herêmên xwe ji terorê baqij bikin û wan terorîstan bo Tirkiyê vegerînin cihê ku,jê hatine.”

Esed da  zanîn ku, Tirkiyê welateke dagîrkere rêzê ji serweriya Sûriyê nagre, aşkere ku, destewerdana wê li Sûriyê de yasayên navdewletî binpêdike.

Herwiha di beşeke din ya hevpeyvînê Esed diyar kir ku, rizgarkirina bajarê Helebê gaveke giringe, da zanîn ku, rizgarkirina Sûriyê ji rizgarkirina helebê dest pê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu