NûçeRojhilatanavinSûriye

Esed: Amerîka terorîstên li Sûriyê bi kar tîne

Serokomarê Sûriyê got welatên rojavayî û bi taybet Amerîka berpirsên şikesta vê dawiyê ya agirbesê li Sûriyê ne.

Bişar Esed, serokkomarê Sûriyê, li gotûbêja bi rojnameya Polîtîka ya Serbistanê, rola nehênî ya welatên rojavayî li qeyrana welatê xwe rexne kir û  got: Amerîka û welatên din ên rojavayî, terorîstan wekî amûrek ji bo hedefên xwe bikar tînin.

Serokkomarê Sûriyê destnîşan kir Amerîka tenê wê demê bona agirbesa li Sûriyê hewl dide ku terorîst di rewşeka nebaş da bin û hin welat, agirbesê bona piştgiriya locêstîkî û bi çekkirina terorîstan bi kar tînin.

Bişar Esed, destnîşan kir Rûsya bona berdewamkirina şerrê dijî terorîstan cidî ye lê amerîkî siyasetên xwe li gor wan nirxan pêşve dibe ku bi nirxên însanî re ferq dike û welatên rojavayî dil hene ku kincên mirovaniyê li mudaxileyên xwe yên leşkerî li Sûriyê bikin û bi vî awayî pişta terorîstan bigirin.

Serokkomarê Sûriyê got Erebistan, Qeter û Tirkiye tenê alavên di destê welatên rojavayî ne ku li ser qazanca Amerîkayê kar dikin.

Bişar Esed li bara hitmala lihevkirina Moskova û Waşîngtonê li ser Sûriyê jî got, ev mesele nepêkan e, ji ber ku siyasetên rûsiyan li gor nirx û berjewendiyê ye û rêzê li mafêm navneteweyî digirin, lê amerîkî dil hene terorîsmê wekî amûr û pêlîstokekê bi kar bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu