Serokê Komara Sûriyê, got: Eger welatên ewrûpî bi dû alîkariya li gelê Sûriyê ne, destpêkê divê piştgiriya ji terorîstan bi dawî bînin.
Li gorî rapora kanala televîzyonî ya sûrî ya Al Ixbariyê, Bişar Esed, serokkomarê Sûriyê, roja pêncşemiyê li hevdîtina taximeka hevpar a nûnerên parlimana Ewrûpayê û Dûmaya Rûsyê li Şamê destnîşan kir: Berpirsên ewrûpî divê bizanibin ku rêçareya qeyrana Sûriyê di desê gelê vî welatî da ye û divê ji xwe mukur werin ku êrişên terorîstî yên li welatên wan, dûhatên siyasetên wan ên şaş in.
Esed herwiha got: Divê welatên ewrûpî boykotên zalimaneyên ku hewcetiyên bingehîn ên jiyana sûriyan kirine armanc, bisekinînin.
Serokkomarê Sûriyê, herwiha got: Operasyona şerrê dijî terorîsmê bi riya leşkerî û bi başî didome û eva ji ber piştgiriya Rûsyê û hişkandin û miçiqandina çavkaniyên pereyî ye ku terorîst bi vê riyê leşkeran werdigirtin.
Serokkomarê Sûriyê got: Rûsya bi piştgîriya xwe ya ji Sûriyê, ne tenê ewlehiya vî welatî diparêze, belkî ewlehiya gelê xwe û neteweyên ewrûpî jî diparêze û berevaniya wan dike.
Leşkerên Rûsyê bi pejirandina dewleta Sûriyê, bi awayên curbicur bi dijî terorîsmê şerr dike. Komara Îslamiya Îranê jî li çarçoveya hevkariya bi dewleta Sûriyê re jibo şerrê dijî terorîsmê, alîkariyên misteşarî dide ber destê vî welatî.
Hevkariya artêşa Sûriyê û mêhwera berxwedanê bû sedema şikesta terorîstan li rojhilata Helebê û ev bajarê stratêjîk bi tamî ji terorîstan paqij bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)