NûçeRojhilatanavinSûriye

Esed: Her kesê ku çeka xwe dayne, wê efû be

Serokê Komara Sûriyê li axiftinekê destnîşan kir mesela efûyê niha pêkan e û cih tê û ev efuya wan kesên ku ji dema destpêbûna qeyrana Sûriyê, çek girtine destê xwe jî digire ber xwe.

Bişar Esed, serokê Komara Sûriyê, roja çarşemiyê li gotûbêja tev kanala Yewnanî ya ATV`yê got ku ji dema destpêbûna çalakiyên terorîstî yên li vî welatî, me ev bijareya danî ber piyê terorîstan ku eger çekên xwe daynin, wê efûya giştî wan bigire ber xwe.

Bişar Esed, herwiha got: Niha jî ev efûya cih tê û nêzî sê salan e terorîstên ku bona vegeryana ser jiyana xwe ya xwezayî û sanahî, çekên xwe danîne erdê, efû dibin.

Serokkomarê Sûriyê herwiha got: Terorîstên ku vedigerin jiyana xwe ya asayî, eger ku bixwezin dikarin ku çalakiyên siyasî bikin û bona ku bi riya sindoqên dengan werin bijartin, seredanê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu