ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Esed: Îran piştgirê Sûriyê ye û Îsraila siyonîst piştgirê terorîsmê ne

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed desnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê piştgirê Sûriyê ye, lê belê welatên rojavayê heya niha piştgiriya terorîstan kirine û qet piştgiriya pêvajoya siyasî li Sûriyê nekirine.

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed li hevpeyvîna bi medya Ewrpayê li Şamê de li bara pirsek derheq rola Îranê li Sûriyê got: Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê piştgiriya şerê li dij terorîsmê dike û li civak û navendên siyasî yên navçê û cîhanê hertim piştgirê Sûriyê bûye.

Beşar Esed got: Ti welat an ti dewletek nikare bibêje ku bi terorîstan re muzakire dike, lê belê dewleta Şamê ragihand ku ji bo girtina pêşiya kuştin û xwînrijandinê heta amade ye bi terorîstan re jî muzakire bike. Esed herwiha got ku boykotên welatên rojavayê li dij Sûriyê jî qirkirin û wêraniyên li Sûriyê dikemilîne.

Serokomarê Sûriyê herwisa got: Mirovên çekdar ên navînrê li Sûriyê tine û ew gişk tundrew in û ewropî terorîstên ku ji wan piştgiriyê dikin wek mirovên nermrê didin nasandin.

Şêwirkara serokomarê Sûriyê Besîne Şeban jî got: Dewleta Tirkiyê piştî ku nekarî bigihêje armancên xwe yên qirêj li navçê de neçar e dev ji helwêstên xwe yên şaş berde. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu