Esed: Li civîna Astanê, alîkariyên mirovaniyê dê bibe xwesteka me ya sereke
Serokomarê Sûriyê ragihand: Armanca lidarxistina muzakirên aşitiya Sûriyê li Astana Qezaqistanê, damezrandina agirbesê, guhestina barên mirovheziyê û dayîna derfetê bo kesên çekdar e ku tevî hevhatinnama aşitiyê bibin.
Serokkomarê Sûriyê, Beşar Esed li hevpeyvîna bi kanala nûçana TBS a Japonyayê bal kişand ser vê yekê ku şamê tişteke taybet li bara civîan aşitiya Sûriyê li Astna Qezaqistanê texmîn nekiriye û got : Li civîna Astanê bidestxistina agirbesa mayînde jibo piştgiriya ji jiyana gelê Sûriyê dê di ewlewiyetê de be.
Beşar Esed got. Tevlîbûna grûpên çekdar li pêvajoya aşitiyê li Sûriyê tê wateya wêdedanîna çek û sîlehan û efûbûna ji aliyê dewletê ve ye .
Serokomarê Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku Kivş nîne ku dê kîjan alî li civîna Astanê beşdar bibin û destnîşan kir: Dewleta Sûriyê hêvî dike ev civîna bibe trîbûnek jibo muzakira navbera aliyên curbicur ên Sûriyê ser her tiştî.
Serokkomarê Sûriyê her wiha got: Hêvî dike dewleta nû ya Emerîkayê di pratîkê de ser gotinên xwe li bara terorîzmê bisekine çimku terorîzm tenê pirsgirêka Sûriyê nîne.
Gotûbêjên sûrî-sûrî 23 û 24 Çilla 2017`an bin çavdêriya Rûsiyê, Tirkiyê û Îranê li Astanê, paytexta Qezaqistanê û bi armanca pêkanîna rewşê jibo çareserkirina siyasî ya qeyrana vî welatî tê li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)