NûçeRojhilatanavinSûriye

Esed: Li civîna Astanê, alîkariyên mirovaniyê dê bibe xwesteka me ya sereke

Serokomarê Sûriyê ragihand: Armanca lidarxistina muzakirên aşitiya Sûriyê li Astana Qezaqistanê, damezrandina agirbesê, guhestina barên mirovheziyê û dayîna derfetê bo kesên çekdar e ku tevî hevhatinnama aşitiyê bibin.

 Serokkomarê Sûriyê, Beşar Esed li hevpeyvîna  bi kanala  nûçana  TBS a Japonyayê bal kişand ser vê yekê ku  şamê tişteke taybet  li bara  civîan aşitiya Sûriyê li Astna Qezaqistanê  texmîn nekiriye û got : Li civîna Astanê bidestxistina  agirbesa mayînde jibo piştgiriya ji jiyana gelê Sûriyê dê di ewlewiyetê de be.

Beşar Esed got. Tevlîbûna  grûpên çekdar li pêvajoya aşitiyê li Sûriyê tê wateya  wêdedanîna  çek û sîlehan  û  efûbûna ji aliyê dewletê ve ye .

Serokomarê Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku  Kivş nîne ku dê kîjan alî li civîna Astanê beşdar bibin û destnîşan kir: Dewleta Sûriyê hêvî dike ev civîna  bibe  trîbûnek jibo muzakira navbera aliyên curbicur ên Sûriyê ser her tiştî.

Serokkomarê Sûriyê her wiha got: Hêvî dike dewleta nû ya  Emerîkayê di pratîkê de ser gotinên  xwe li bara terorîzmê bisekine çimku terorîzm  tenê pirsgirêka Sûriyê nîne.

Gotûbêjên sûrî-sûrî 23 û 24 Çilla 2017`an  bin çavdêriya Rûsiyê, Tirkiyê û Îranê li Astanê, paytexta Qezaqistanê û bi armanca  pêkanîna  rewşê jibo çareserkirina  siyasî ya qeyrana  vî welatî tê li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu