Esed: Operasyona Tirkiyê li Efrînê piştgiriya ji terorsîmê ye
Serokkomarê Sûriyê got: Operasyona Tirkiyê li Efrînê beşek ji stratejiya Enqerê li çarçoveya piştgiriya ji terorîzmê ye
Li gorî rapora ISNA`yê, serokkomarê Sûriyê raghand ku dijminatiya Tirkiyê li Efrînê ji siyasetên ku pergala vî welatî ji roja ewil a destpêbûna qeyrana Sûriyê girtiye û bingeha wê li gor piştgiriya ji terorîzmê û rêxistinên terorîstî ye, nayê cidakirinê.
Wî got: serketina ser terorîzmê li Sûriyê û Iraqê û sekinîna Îranê ser rêketinnama navokî ku bi armanca ji nav birina welatên navçê û binpêkirina serweriya wan hatibû dîzaynkirinê bê encam hişt.
Li gorî rapora Sputnikê Esed destnîşan kir ku êrişa Tirkiyê ser Efrînê beşek ji stratejiya Enqerê derheq piştgiriya ji terorîstan e.
Ev gotinên Esed li hevdîtina wî tev Kemal Xerazî serokê konseya strastejîk a peywendiyên derve yên welatê me hat hilêxistin.