NûçeRojhilatanavinSûriye

Esed: Rojava ji siyasetên xwe li hemberî Sûriyê paşda kişya

Serokkomarê Sûriyê got: Welatên rojavayî dest ji siyasetên xwe yên berê li hemberî Sûriyê berdane.

Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li gotûbêja xwe ya tev rojnama ingilîzî ya Sandî Taymzê got: Rewşa niha ya nav Sûriyê ser qazanca dewleta Şamê ye û rojava neçar ma piştî tawanên ku berê li dewleta Sûriyê xistibû, niha dewlet û serokkomarê Sûriyê qebûl bike.

Beşar Esed destnîşan kir; Bona çareserkirina kirîza Sûriyê tenê riya heyî gotûbêjên dîplomatîk di navbera neyaran û dewletê ye û dewletê bona çareserkirina vê kirîzê her karekî pêwîst cih aniye.

Esed bal kişande ser viya ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê nifta Sûriyê hema ji riya qaçax difrotiye û ji nifta Iraqê jî istifade dikiriye destnîşan kir; Amerîka û welatên dine rojava ku piştevanên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ne li hemberî vî karê DAIŞ`ê tu bertekek nîşan nedan, lê ji çaxê Rûsiya hate vê meydanê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê paşda kişya.

Esed destnîşan kir ku artêşa Sûriyê rê da ku xelkê Sivîl ji navçên şerî derkevin lê grûpên terorîstî hîn jî xelkê sivîl dikene mertala însanî û îzna derketina xelkê sivîl ji van navçan nedan.

Esed destnîşan kir ku terorîstan Heleb dagîr kiriye û artêşa Sûriyê jî li hemberî terorîstan radiweste û tu riyekî dine artêşa Sûriyê tune. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu