ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Esed: Serketinên Iraqê serketina Sûriyê ye

Serokomarê Sûriyê got: Serketinnê Iraqê li têkoşîna li hemberî têrorîsmê serketinek ji bo Sûriyê tê hesêb.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA`yê, serokoamrê Sûriyê, Beşar Esed roja çarşemiyê, 13`ê Tîrmeha 2016`an, li hevdîtina ligel rawêjkarê ewlehiya neteweyiya Iraqê her wiha got: Artêşê Iraq û Sûriyê her du di qadekê da şer dikin û serketina her kîjan serketina aliyê din e.

Wî her wiha got: Serketinên artêşên Iraq û Sûriyê serketina du welatan û gişt aliyan e ku li warê şerê dijî têrorîsmê û kokbirkirina wê ciddî ne.

Beşar esed serketinên artêş û hêzên gelanî yên Iraqê li şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê ku mînaka herî dawiyê ya wê bajarê Felûcê bû li gel û dewleta Iraqê pîroz kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu