ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

General Baqirzade: Bila Xaça Sor cinayetên Seddam aşkira bike

Serokê çiqa lêgerîna bêserûşûnan a erkantîya gişt hêzên çekdar a Îranê got ku divê Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor cinayetên rêjîma Seddam li şerê Iraq û Îranê aşkira bike.

General Seyîd Mihemed Baqirzade di merasima vekirina nîşangeha wêneyan a  Firrîna Vegerê ku taybet vegera êxsîrên îranî yên di destê rêjîma Seddam de ye, got: Em hertim dibînin ku cinayetên cengê li cîhanê diqewimin, divê hemî bûyerên cengî yên li Îran û Iraqê ji bo dîrokê bibin ibret.

Wî ragihand ku çiqa lêgerîna bêserûşûnan a erkantîya gişt hêzên çekdar a Îranê bi dû  45 hezar şehîdan gerrîyaye û divê meytê 4 hezar şehîdên din di encama wan lêgerînan de bên peydakirinê û dîyar kir: Amerîkayê roleke zêde li veşartina belgeyên derbarê şehîdan de heye.

Mark Axrêmen alîkarê serokê nivîsgeha Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor li Têhranê jî di vê merasimê de got ku li gorî Konvansyona Jenevê, alîyên şêrr divê êxsîrên birîndar vegerînin welatê wan û wan derman bikin.

Wî bal kişand ser rola Xaça Sor di vegerandina êxsîran de û got: Zêde ji 70 hezar êxsîrên îranî û iraqî zivirîne welatên xwe.

Başa dön tuşu