Eşkerbûna plana Erebistanê bo pêkanîna bêtifaqîyê di navbera şîeyên Iraqê de
Rojnama El-Exbar a Lubnanê di dosiyeke bi navê Siûdî Lîksê de dest bi weşandina nameyên nepenî yên balyozxana Erebistana siûdî li Bexdayê kir ku şopa vî welatî li qeyrana niha ya Iraqê eşkere nîşan didin.
Li gorî rapora IRNA`yê, rojnama El-Exbarê li rapora roja pêncşemiyê belgeyek eşkere kir ku kurtasiya dewra xebat û erkdariya dîplomatîk a Samir El-Subhanê balyozê berê yê Erebistana siûdî li Iraqê ye.
Li gorî vê raporê yek ji van belgeyan, nama balyozxana siûdî li Bexdayê bo wezareta karên derve li bara par bûye ku 6 planên giştî ji wan plana pêkanîna bêtifaqiyê li nava hevalbendiya şîeyan, plana wergirtina fermandeyên ewlehî û eskerî û plana alîkariyên qaşo mirovheziyê li Iraqê ye.
Balyozxana Erebistanê di destpêka vê nama nepenî ser pêwîstî û pêkanîna bêtifaqiyê li hevhatina siyasî ya hêzên siyasî yên şîî yên Iraqê teqez kir û îdia kir: Dewleta Iraqê li hember her cure liv û tevgera erebî bo vegerandina vî welatî ber bi hemêza welatên erebî radisweste.
Samir El-Subhan ku pêştir balyozê Erebistanê li Bexdayê bû, ji ber mudaxila li karûbarên navxweyî yên Iraqê ji vî welatî hat derxistin. Çavkaniyên iraqî li bara hebûna hin belgeyan li bara têkiliya Samir El-Subhan tev koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê agahî dabûn.