IraqNûçeRojhilatanavin

Eşkerbûna plana Erebistanê bo pêkanîna bêtifaqîyê di navbera şîeyên Iraqê de

Rojnama El-Exbar a Lubnanê di dosiyeke bi navê Siûdî Lîksê de dest bi weşandina nameyên nepenî yên balyozxana Erebistana siûdî li Bexdayê kir ku şopa vî welatî li qeyrana niha ya Iraqê eşkere nîşan didin.

Li gorî rapora IRNA`yê, rojnama  El-Exbarê li rapora roja pêncşemiyê belgeyek eşkere kir ku kurtasiya dewra xebat û erkdariya dîplomatîk a Samir El-Subhanê balyozê berê yê Erebistana siûdî li Iraqê ye.

Li gorî vê raporê yek ji van belgeyan, nama  balyozxana  siûdî li Bexdayê bo wezareta karên derve li bara par bûye ku 6 planên giştî ji wan plana  pêkanîna  bêtifaqiyê li nava  hevalbendiya şîeyan, plana  wergirtina  fermandeyên  ewlehî û eskerî û plana  alîkariyên  qaşo mirovheziyê li Iraqê ye.

Balyozxana  Erebistanê di destpêka vê nama nepenî ser pêwîstî û pêkanîna  bêtifaqiyê li hevhatina  siyasî ya hêzên siyasî yên şîî yên Iraqê teqez kir û îdia kir: Dewleta Iraqê li hember her cure liv û tevgera erebî bo vegerandina  vî welatî ber bi hemêza welatên erebî radisweste.

Samir  El-Subhan ku pêştir balyozê Erebistanê li Bexdayê bû, ji ber mudaxila li karûbarên  navxweyî yên Iraqê ji vî welatî hat derxistin. Çavkaniyên iraqî li bara hebûna  hin belgeyan li bara têkiliya Samir  El-Subhan tev koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê agahî dabûn.

Başa dön tuşu