CîhanEfrîqaNûçe

Balafir li çiya qelibî: 6 mirî

Li gorî zanyariyên berdest, li welatên Efrîqaya Başûr li sînorê Mozambîk û Zimbabveyê balafirek ket, di encama ketina balafirê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyên çapameniya herêmî, balafira ku 2 muretebat û 4 rêwiyên wê hebûn û ji bajarê Beiraya Mozambîkê ji bo bajarê Harareya Zimbabveyê diçû ket.

Midûrê Ewlehî yê Mozambîkê Gelindo Vumbuca di daxuyaniya xwe de got: “Bûyera ketina balafirê li herêma çiyayî ya sînorê Mozambîkê qewimî. Li gorî texmînên me ji ber mija zêde balafir li çiya qelibiye û ketiye.”

Hat ragihandin ku 6 kesên di encama ketina balafirê de jiyana xwe ji dest dan bi helîkopterê rakirin morga Nexweşxaneya Mutare ya Zimbabveyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu