Rojnama The New York Times`ê, roja îniyê li bara peydakirina faylegele bi deng a nû agahî da ku hebûna peywendniya bêexlaqî ya serokkomarê Emerîkayê tev jineke emerîkî eşkere dike.
Li gorî rapora IRIB News`ê, The New York Times eşkere kir ku erkdarên dayira lêkolînên Federala Emerîkayê li lêpirsiya xwe ya vê dawiyê ji nivîsgeha Maykel Kohen, parêzerê Trump, fayleke dengi peyda kirin ku têde Trump tev Kuhen li bara dayîna pere bo jinekê bi navê Karên Mek Dagal diaxive ku midehekê berî niha îdia kiribû ku li sala 2006an salekê bi Trum re pewendiya cinsî ya neqanûnî hebûye.
Ev fayla dengî ya beriya hilbijartinên serokkomariya 2016`an a Emerîkayê ye û têgotin parêzerê Trump navroka gotûbêja xwe bi Trump re li bara dayîna heqê bêdengiyê bo vê modela emerîkî bi awayekî nepenî zevt kiriye. Peywirdarên FBI ê, 9 Nîsanê jibo bidestxistina belgeyên li bara dayîna heqê bê dengbûnê bo akoreke fîlmên bêexlaqiyê, êriş kirin ser nivsgeha Maykel Kohen.
Kohen pêştir gotibû ku wek parêzerê Trump, 130 hezar dular daye Îstifanî Kilîford, akora fîlmên porno ku îdiaya peywendiya cinsî ya narewa bi Trump re heye.
Ev 130 hezar dular wek mafê bêdengbûnê ji Kilîford re hatibû dayîn ku li dewrana hilbijartinên serokkomarê Emerîakyê,vê peywendiya narewa eşkere neke.
Heya niha bi dehan jin Trump bi azar û îzaya cinsî û bêexlaqiyê tawanbar kirine.