IraqNûçeRojhilatanavin

Li devera Hewîce muxtarek û 3 cotkar hatin kuştin

Li devera Hewîce li başûrê Kerkûkê muxtarê gundekî ji aliyê DAIŞê ve hat kuştin û 3 kes jî ber teqîna bombeka DAIŞê hatin kuştin.

Jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê ragihand, hêzên ewlehiyê termê muxtarê gundê Zirban yê bajarokê Riyad ê ser bi Hewîce ve li rojavayê Kerkûkê dîtine, ku berî heftiyekê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin.

Heman jêderî tekez kir, ku berî bêtirî du mehan çekdarên DAIŞê bavê wî muxtarî jî revandibûn û kuştibûn, ku ew jî muxtar bû.

Her wiha hat gotin ku li nêzîkî bajarokê Riyad yê Kerkûkê jî 3 cotkar ji ber teqîna bombeka DAIŞê hatine kuştin.

Başa dön tuşu