AsyaCîhanEfrîqaEwropaFilistînNûçeRojhilatanavin

Desthilatên pêwîst ji bo serokatiya li Koma 77 raberî Filistînê hatin kirin

Di civîna heftî û sêyem a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) da bi dijayetiyeka aşkira digel Amerîkayê, raberkirina desthilatên pêwîst ji bo serokatiya Filistînê li ser Koma 77ê di sala 2019an da hat pesendkirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Li civîna berêvariya Sêşemiyê ya vê civatê, Nûnerê Misrê ku welatê wî serokê dewreyî yê Komam 77an e, Pêşnumaya biryarnameyekê ji bo wergirtina desthilat û kiryarên lazim ji Civata Giştî ya NY raber kir da ku Filistîn bikare di sala tê ya zayînî da erkên têkildarî serokatiya li Koma 77 bigire ser milê xwe.

Li gorî vê yekê, 146 welatan endamtiya Filistînê li Koma 77an erê kirin û tenê sê dengên Na hebûn ku yên Amerîka, Rêjîma Siyonîst û Awstarlyayê bûn.

Li vê dengwergirtinê, 15 endaman jî dengê bêla dan.

Beriya viya endamên Koma 77 terxankirina kursiyekê bo Filsitînê  erê kiribûn; Lê ji ber ku ev kom li NY bi fermî hatiye naskirin û serokê wê divê endamê NY be, ev biryarname ji ber ku Filistîn çavdêrê ne-endam li NY ye, hat raberkirin û kete ber dengdayînê.

Daxûyaniya Koma 77 (15ê Hezîrana 1964an) di dawiya yekem civîna Konferansa Bazirganî û Geşepêdanê ya NY (UNCTAD) ji aliyê 77 welatên li halê pêşketinê li bajarê Jinêva Swîsê hat îmzekirin.

Niha 132 welat endamên Koma 77 in, lê ev kom bi heman navê xwe yê destpêkê tê naskirin.

Başa dön tuşu