ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Cabiriyê-Ensarî digel Seyd Hesen Nesrulah

Hisên Cabirîyê-Ensarî alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranêli dewama hevdîtinên xwe li Bêyrûtê, bi Seyd Hesen Nesrulah sêkrêtêrê giştî yê Hizbulaha Libnanê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li vê hevdîtinê ku bi amadebûna Mihemed Fethelî sefîrê Îranê li Libnanê pêk hat, alûgurên herî dawîyê yên sîyasî, rewşa navçe, Libnan û Sûrîyê hatin hilkolandin.

Ev hevdîtina di rewşekê de pêk hat ku vê dawîyê Hizbulahê û artêşa Libnanê deverên rojhilata Libnanê ji komên têrorîst ên DAIŞ û Cebhetunusrê paqij kirin.

Cabirîyê-Ensarî roja duşemê giheşte Libnanê û heta niha bi kesayetîyên pilebilind ên vî welatî yên wek Mîşêl Ewn serokomar, Nebîh Berî serokê parlimanê, Cibran Basîl wezîrê karên derve re gotûbêj pêk anîye.

Biryar e ku alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê îro bi Seid Herîrî serokwezîrê Libnanê re hevdîtinê pêk bîne.

Cabirîyê-Ensarî ragihand ku armanca vê seredana wî, ragihandina piştgirîya Îranê ji tifaqa netewî li Libnanê û têkoşîna vî welatî li hemberî têrorîsma sîyonîstî û tekfîrî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu