Eskerên rejîma siyonîstî îro 11 filistînî girtin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a filistînî ya Meayê, eskerên siyonîst roja çarşemiyê 11 filistînî ji wan Omer El-Henbelî biryarê şehîd Muhemed El-Henbelî û Ebdulkerîm El-Qedeh hêsîrê azadbûyî yê filistînî li kêleka rojava ya çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî girtin. Muhemed Eyad Ewez çalakê medyayê yê filistînî got ku eskerên siyonîst êriş kirin ser mala wî li Beyt Emrê û mala çend filsitîniyên din û ji ser birca zêrevaniyê li vê bajarokê filistîniyan dişopîne û têxe binçavan.
Eyad Ewez tekez kir ku eskerên siyonîst welatî û trimbêlên wan radiwestînin û filistîniyan neçar dikin ku bikevin nav birca zêrevaniyê û efserên siyonîst yên di nava bircê ji wan lêpirsînê dikin.
Dagirkirên siyonîst li bara hilbijartinên pêşerojê berbijarên hilbijartinê rola malbatan li hilbijartinê û rewşa aborî ji filistîniyan jêpirsiyê dikin.
Xelkê Filistînê ji destpêka damezrandina rejîma li dijî mirovahiyê ya siyonîstî berdewam ketine ber siasyetên nijadperestane yên vê rejîmê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)