İslami Davet Kurdi Bange İslami

Esmanê Îranê cihenemek ji bo dijminan e

Emîr Sertîp Ferzad Îsmayîlî qumandê Navenda Pedafenda Hewayî ya Xatemul-Enbiya(S) a artêşa Komara îslamî ya Îranê çarşemê şev li cejna serketina bereya berxwedanê û rêûresma bîranîna şehîdên Parêzvanê Heremê yên parêzgeha Simnanê li rojhilata Têhranê, bal kişande ser viya ku berevaniya hewayî ji pilanên sereke yên hêzên çekdar ên Îranê ye û got: Esmana Îranê ciyê herî êmin ji bo hevalên me û cihenemeke mezin e  ji bo dijminan û ger dijmin derbasî herêma esmanî ya Îranê bibin, rastî bersiva qahîm a hêzên parastina hewayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê tê.

Qumandê Navenda Pedafenda Hewayî ya Xatem-ul-Enbiya(S) a artêşa Komara îslamî ya Îranê ragihand: Dijmin bi caran ji riya erdê û ji riya esmîn êrişî ser Îranê kiriye û her car jî rastî işkestê hatiye û roja îro ji ber hêz û qaweta hêzên bejayî, deryayî û hewayî yên Îranê, dijmin nawêre êrişî ser axa Îranê bike.

Emîr Sertîp Ferzad Îsmayîlî herwisa bal kişande ser pêwîstiya naskirina dijmin û destnîşan kir: Dijminê îro yê Îranê Amerîka ye û tenê diroşma mirin ji bo Amerîka û mirin ji bo îstekbar bersiva qahîm ji bo dijmin e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version