ÎranNûçeRojhilatanavin

Dezgeha Dadwerîyê: Pêwîst e êrişa têrorîstî ya li Ehwazê di asta navnetewî de bê şopandin

Berdevkê Dezgeha Dadwerîya Îranê got: Êrişa têrorîstî ya li Ehwazê divê bi rêya Polîsê Navnetewî (Interpol) û civatên navnetewî were şopandin.

Hucet ul islam Xulamhisên Muhsênî-Êjêyî li civîneke çapemenîyê li Têhranê herwiha got: Kesên ku bi salan e idiaya mafên mirovan dikin, piştgirîyên didin komên têrorîst.

Desteya wezîran jî şeva buhurî sersaxî da gelê parêzgeha Xûzistanê û malbatên gorîyên vê êrişê û îro duşemî 24`ê Îlonê wekî şîna giştî ragihand.

Ber vîya Parêzgarê Xûzistanê Xulamriza Şerîetî û ayetulah Seyîd Mihemedelî Mûsewî-Cezayirî jî di daxûyanîyekê de tevî şermezarkirina êrişa têrorîstî ya li Ehwazê, roja duşem 24`ê Îlonê wekî şînga giştî li vê parêzgehê ragihandin.

Koma terorîst a El Ehwaziye ku London û Riyaz pişta wê digirin, roja şemiyê ji parkekê li rex cihê birêvebirina merasima rêzbûna leşkerî ya hêzên çekdar ên Îranê li Ehwazê, xelk da ber gulleyan ku di encama vê êrişê de 25 hêzên leşkerî û xelkê bêsûc ji wan hejmarek jin û zarok şehîd û 60 kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu