IraqNûçeRojhilatanavin

Berdevkê Heşd El Wetenî li parêzgeha Nêynewayê: Li operasyona Mûsilê gellek xisar li DAIŞ`ê ketin

Berdevkê Heşd El Wetenî li parêzgeha Nêynewayê, ji xisar û kuştiyên zaf ên li grûpa têrorîst a DAIŞ`ê li operasyona azadkirina Mûsilê, agahî da.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Mehmûd Sûrçî li gotûbêja tev beşa erebî ya Ajansa nûçeyan a Spûtnîk a Rûsyê, ji bilî ku bal kişand ser vê yekê ku grûpa têrorîst a DAIŞ`ê li operasyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê, gellek xisar dîtine û gellek kuştî dane, got: Operasyona azadkirina Mûsilê bi beşdariya leşkera 15`an a artêşa Iraqê, Heşd El Wetenî û şervanên ji eşîran, ji sê mêhweran ve destpê bûye.

Sûrçî Herwiha got: Di encama vê operasyonê de heya niha gundên Metneter, Til El Eşîr, El Nesr, Kermerdî, Xetab, Kudîla û El Selahiye li başûrê Mûsilê ji lepên endamên grûpa têrorîst a DAIŞ`ê azad bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu