AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Bihaya heda navîn a nifta Îranê ji 41 dolaran derbas bû

Li gor rapora ajansa nûçên nift û enirjiya Îranê ya ser navê ŞANA’yê, Li rapor mehane ya nivîsgeha OPEC’ê hatiye ku bihaya firotina her bermîl nifta xav a Îranê li meha Gulana bihurî bi zêdebûna 5 dolar û 2 sêntan li qiyas digel meha Nîsana sala 2016 ji 41 dolar derbas kiriye û gihêştiye 41 dolar û 67 sêntan.

Hatiye ragihandin ku bihaya her bermîl nifta xav a Îranê li Nîsana bihurî 36 dolar û 65 sênt bûye û heda navîn a firotina her bermîl nifta Îranê li sala 2015, tenê 52 dolar û 98 sênt bû.

Bihaya pakêta niftê ya Saziya Welatên Firoşerê Niftê (OPEC) jî li heftiya ku hatiye hilkolandin, gihîşte 44 dolar û 65 sêntî ji bo her bermîlekê ku li gorî heftiya berê wê, 11 sênt zêde bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu