CîhanEwropaFilistînNûçeRojhilatanavin

Ewropa: Bajarokçêkirina Rêjîma Siyonîst neqanûnî yê

Yekîtiya Ewropayê bi daxûyaniyekê çalakiyên bajarokçêkirinê yên Rêjîma Siyonîst jibo çêkirina 2 hezar û 191 malan li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê neqanûnî da zanîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Ofîsa Fêdêrîka Mogirînîyê, Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê roja Pêncşemiyê li vê daxûyaniyê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku helwêsta vê yekîtiyê derheqê plana bajarokçêkirinê ya Rêjîma Siyonîst nehatiye guhertin, bajarokçêkirina Rêjîma Siyonîst li erdên dagirkirî yên Filistînê li gorî biryarnameyên navneteweyî neqanûnî da zanîn.

Li daxûyaniya Yekîtiya Ewropayê her wiha hatiye: Dewama bajarokçêkirina Israîlê derbe li pêvajoya Aştiyê li navçeyê xistiye.

Yekîtiya Ewropayê berovajiya Amerîkayê ku bi desthilatdarbûna Dewleta Trumpê serokomarê vî welatî bi awayê giştalî pişta Til Avîvê girtiye, siyasetin berovajiya Koşka Sipî derheqê meseleya Filsitînê girtine ber xwe.

Til Avîvê di çend mehên dawî da û bi mebesta guhertina gelhe û erdnigariya deverên filsitînî lis er xêra siyonîstan bernamerya berfirehkirina bajarokên siyonîstnişîn li navçeyên dagirkrî bi pûiştevaniya Amerîkayê girantir kiriye.

Tevî wê yekê ku tevahiya bajarokên syonîstnişîn li gorî qanûnên navneteweyî neqanûnî ne, lê Israîlê daxwazên navneteweyî jibo rawestandina van avakirinan berçav negirtine.

Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roja 23ê Kanûna 2016an dengê erê daye biryarnameyekê ku armanca wê bidawîanîna bajarokçêkirinên Rêjîma Siyonîst li erdên dagirkirî yên Filistînê ye.

Başa dön tuşu