ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Îran ji boykotan natirse û ji armancên xwe paşda nakişe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, got: Îran ji boykotan natirse û ji armancên xwe paşda nakişe.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, roja Sêşemiyê li Civîna Konseya Îdarî ya Parêzgeha Gulistanê li bakûra Îranê, bal kişand ser vê yekê ku Îran ketiye nav şerrekî aborî û herwiha got: Aliyê li hember Îranê li şerrê aborî, Amerîka, Rejîma Îsraîl û hin welatên dorhêla Kendava Fars`ê ne.

Ruhanî bal kişand ser armancên Amerîkayê ji destpêka şerrê aborî yên bi Îranê re û destnîşan kir: Kêmnîşandayîna bandora Îranê li navçê, sekinîna li hember pêşketinên mûşekî û navokî, pêkanîna berbendan li ser rêya pêşketin û geşepêdan û dûrxistina gel û berpirsan ji hev ji armancên Amerîkayê bona destpêkirina şerrê aborî ya bi Îranê re ne lê Komara Îslamî ya Îranê  wê bi awayekî serketî ji vê şerrê derbas bibe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, herwiha li ser vê yekê pêgîrî kir ku Têhran qet mafên navnetewî binpê nekirine û got: Berovajî Amerîkayê ku ji Lihevkirina Navokî derket, Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) hîn jî radigihîne ku Îran tam pêbendî sozên xwe bûye.

Ruhanî bal kişand ser şikesta Amerîkayê û hevgirtiyên vî welatî li navça rojavaya Asyayê û herwiha got: Di çend salên buhurî de hin welatên navçê zêde ji 100 mîlyard dolaran, çek ji Amerîkayê kirrîne lê tevî van çekan radigihînin ku li Yemenê şikest xwerine.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, sibeha Duşemiyê li sefereka durojî derbasî parêzgeha Gulistanê bû û fermana destpêkirina sûdwergirtina ji çend planên avakirinê li vî parêzgehî da.

Başa dön tuşu