ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Ezîz Raşid Rayedarê leşkerî yê Yemenê: “Sala 2018an sala serketina tam li hemberî siûdiyan e“

Cîgirê Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê sala 2018an wek sala serketin atam a artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li hemberî siûdiyên mutecawiz da zanîn.

Cîgirê Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê, Ezîz Raşid li gotûbêja bi kanala têlêvîziyoniya Al Alamê bal kişande ser vê yekê ku artêş û komîteyên gelanî yên vî welatî, ziyanên giran ên malî û canî û çekdarî li siûdî û kirêgirtiyên wan li bereyên şêrr xistine û got: “Sala 2018an sala serketinên taktîkî û stratijîk û sala xurtkirina pedafenda hewayî û mûşekî ya Yemenê li hemberî siûdiyan e“.

Cîgirê Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê bi peyamekê ji kirêgirtiyên ser bi Alê Siûd û piştevanên wan ên amerîkî ra her wiha ragihand: “Artêşa Yemenê û komîteyên gelanî xwedan vîn û iradeyeka bihêz in û stratijiya leşkerî ya destdirêjkeran li Yemenê têk çûye“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu