CîhanEwropaNûçe

FARC 1ê Adarê dest bi çekdanînê dike

Hat ragihandin ku dê prosesa çekdanîna Hêzên Çekdarên Şoreşa Kolombiyayê (FARC) 1ê Adarê dest pê bike.

Tê çaverêkirin ku di prosesa aştiyê ya çekdanînê de bi qasî 7 hezar serhildêr çekan deynin.

Komisyona Bilind a Aştiyê ya Kolombiyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku 7 hezar çekdarên FARCê di çarçoveya prosesa çekdanînê de gihîştine 26 herêmên hatibûn diyarkirin.

Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos li ser hesabê xwe yê medya civakî gotibû, ‘Geşedaneke dîrokî ye ku FARC çekan datîne û çekdaran xwe gihandiye qadên bo wan hatine diyarkirin. Spasî ji hemû kesên peşketina aştiyê nîşan didin re.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu