CîhanEwropaNûçe

FARC: Prosesa çekdanînê destpê kir

Yek ji rêxistina herî mezin a serhildayan FARC ku di çarçoveya prosesa aştiyê de biryara çekdanînê standibû ragihand ku ji 1ê Adarê ve dest bi çekdanînê dike.

 

Endamê Komîsyona Bilind a Hêzên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) Sergio Jaramillo ragihand, wekî ku di peymana aştiyê de hatiye plankirin dê 1ê Adarê poresesa çekdanînê dest pê bike.

Jaramillo ji rojnamevanan re got ku prosesa çekdanînê ya FARCê ya derbasbûna herêmên diyarkirî digel derengmayînê jî bi dawî hatiye û ji bo çekdanîn encam bide pêwîste çekên di destê FARCê de werin tomarkirin û xebatên pûçkirina teqemeniyan dest pê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu