Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Faysal Miqdad operasyona artêşa Tirkîyê ya li dijî Efrînê wekî ‘dagirkerî’ bi nav kir û got, “Mafê Sûriyê heye ku bi her awayî bersivê bide êrîşeke wisa.” Ji hêla din ve şêwirmendê Ewlekariya Naxweyî yê Qesra Sipî Thomas Bossert, dilgiranîyên dewleta xwe yên derbarê operasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê de dubare kirin.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Faysal Miqdad li hevpeyvîna digel BBC`yê li Şamê li ser operasyona artêşa Tirkîyê ya ligel Artêşa Sûrîya Azad got, “Dagirkeriya Tirkiyê bi awayekî eşkere binpêkirina serweriya Sûriyê ye.
Miqdad li ser pirsa “Tê gotin ku Rûsyayê rê daye vê yekê” got, “Ez nizanim. Em dizanin Rûs çi difikirin. Ez bawer nakim Rûsya bikaribe ser navê Sûriyê pêngavan rake û li dijî prensîbên xwe yên ku heta niha li Sûriyê diparêze, pêngavan rake. Ji ber vê yekê li dijî serweriya Sûriyê êrîşkariyeke Tirkiyê heye û herwisa mafê Sûriyê jî heye ku bi her awayî bersivê bide êrîşeke wisa.”
Faysal Miqdad herwisan got ku “Em rasterast an jî nerasterast bersivê didin. Polîtîkayên me bi xwe jî hene, pozîsyona me heye. Me ev êrîş şermezar kir û em ê li gorî wê pêngavan rakin. Ez ê behsa çalakiyeke taybet nekim lê mafê Sûriyê heye ku xwe biparêze. Ji bo bersivdayîna li dijî êrîşên rejîma Tirkîyê em dê her rêya mimkin bi kar bînin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)