AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Fazên 17 û 18 yên Parsa Başûr amade ne

Serokê taxima rêvebir a saziya geşepêdan û nûjenkirina pêşeyên Îranê nasyar bi IDRO`yê ragihand: Opêrasiyona cihanînê ya fazên 17 û 18 yên Parsa Başûr (li başûrê Îranê) bi dawî hatiye û ev du faz li bendavebûna fermî ne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mensûr Muezemî, Serokê taxima rêvebir a saziya geşepêdan û nûjenkirina pêşeyên Îranê roja çarşemiyê got: Bi behrewergirtina ji fazên 17 û 18 yên Parsa Başûr 50 miliyon mêtra kûp di rojê da li asta berhemanîna gaza Îranê tê zêdekirin.

Mensûr Muezemî her wiha got: Ciyê xweşbextiyê ye ku wezareta nifta Îranê di salên dawî da bala xwe daye ser şiyanên berhemanîna li hundirê welêt; Lewma beşa sereke ya alavên hewce yên niftî li beşên derxistin û palîna niftê li Îranê tên çêkirin.

Serokê taxima rêvebir a saziya geşepêdan û nûjenkirina pêşeyên Îranê her wiha tevî şirovekirina çalakiyên pêkhatî li faza 14`ê ya Parsa Başûr got: Di heyama yek an du mehên din de Faza 14`ê ya Parsa Başûr dê çalakiyên gellek berbiçav têda biqewimin.

Muezemî her viha got: Niha pêşketina faza 14`ê ya Parsa Başûr nêzikî ji sedî 61`ê ye û bi alîkariya Şirketa Neteweyiya Nifta Îranê ev hêvî heye ku xebat bi lezeke zêde pêşda here û di heyama du salên din da dosyeya fazên Parsa Başûr were girêdan.

Parsa Başûr meydana herî mezin a gazî li cîhanê bi rûbera 9 hezar û 700 kîlomitra çargûşe ye ku sê hezar û 700 kîlomitra wê ya çargûşe li Îranê ye.

Ev meydana gazî bixwedanbûna zêde ji 14 trîliyon mitra kûp, ji sedî 8`ê zexîreyên gaza cîhanê têda ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu