ÎranNûçeRojhilatanavin

Felahetpîşe: Emerîka li dû şerê rewanî li dijî Îranê ye

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê stratejiya emerîkiyan zêdekirina şerê rewanî li dijî Îranê da zanîn.

 Hişmetullah Felahetpîşe, Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê li kêleka civîna  eşkere ya meclisê, bal kişand ser gotinên  Donald Trump serokomarê Emerîkayê derheq amadetiya Waşengtonê bona muzakira bi Têhranê re û got: Muzakira bi Emerîkayê re şertên taybet hene, Îranê piştî Inqilaba Îslamî carekî bi micidî li warê navokî bi Emerîkayê re muzakire kir ku bi derketina yekalî ya vî welatî ji muzakirê, tu encamek jê derneket. 

Felahetpîşe destnîşan kir: Îranî tevlî muzakireyekê nabin ku encama wê serketin û dorandin be tevî ku Komara Îslamî naxwaze ku qeyran berfireh bibe û li ser vê bawerê ye ku li pêşerojê emerîkî dê helwesta wan lawaz bibe.

 Nûnerê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê teqez kir: Stratejiya Komara Îslamî ya Îranê,  tolhildan û berevaniya li hember Emerîkayê ye yanê li dirêjahiya salên derbasbûyî Îran bi dijminatiya Emerîkayê hesiyaye û li hember wê amadetiya berevaniyê heye.

  Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Bi kiryarên ku emerîkiyan kirine, siyaseta wan carê  muzakira bi Îranê re nîne û ger rewşek jî bo muzakirê pêk were emerîkî divê ji siyasetên xwe paşde vekişin.

Başa dön tuşu