ÎranNûçeRojhilatanavin

Felahetpîşe: Gotinên Pompêo dijî Îranê zêdetir şerrên rewanî ne

Serokê Komîsyona Ewlehiya Netewî û Siyaseya derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, axivtinên wezîrê karên derve yê Amerîkayê dijî Îranê şerrê rewanî û revîna rayedarên amerîkî ji şikesta siyasetên wan ên dijî Komara Îslamî dan zanîn.

Hişmetulah Felahetpîşe, serokê Komîsyona Ewlehiya Netewî û Siyaseya derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, li hevpeyvîna bi IRIB News`ê re li ser axivtinên xwetêkilker ên wezîrê karên derve yê Amerîkayê li bara gelê Îranê yên têkildarî vê yekê ku boykot para zêde ji ber guherîna rejîma Îranê û dayîna aramiyê bo Îraniyan e, destnîşan kir: Şikesta siyasetên vê dawiyê yên Amerîkayê li hember Îranê, bûne sedem ku rayedarên amerîkî vê carê ji zimanê wezîrê xwe yê karên derve , van şikestan bi zextanîn û boykotê bi armanca guherîna rejîmê rewa bidin nîşandayîn.

Felahetpîşe herwiha got: Helwêstên serokomarê Amerîkayê li li hember Îranê cureyeka nekarabûn e û Donald Trump bi caran vê nekarabûna xwe ya li hember Îranê ragihandiye û bi caran ragihandiye û dixweze bi rayedarên îranî re muzakirê bike.

Serokê Komîsyona Ewlehiya Netewî û Siyaseya derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, got: Gelê Îranê û gelên din ên navçê bi başî dizanin ku eger Amerîka bikeve her ciheka navçe û cîhanê û bixweze ku rola xwe bilîze, rola wê neyênî ye û dema derbasî nav Sûriye, Efxanistan, Iraq û gelek welatên navçê bûye xelkê van welatan rastî bedbextî û karesatê ve aniye.

Nûnerê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, bal kişand ser xercên Amerîkayê li welatên navçê ku tenê li Iraqê zêde ji 6 trîlyon dolar ji bo Amerîkayê xercê we hebûye û destnîşan kir: Lawaziya Amerîkayê bi awayekî ye ku heta dema ku kete nav  welatên biçûktir û lawaztir û welatên ku nedikarîn hakimiyeta xwe ya netewî misoger bikin, rastî şikestê hat û serokomarê niha yê Amerîkayê ji xwe mukur hatiye ku ev şikest ji bo Amerîkayê hebûne.

Başa dön tuşu