AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Felahetpîşe: Îranê tevî hebûna boykotan hertim pêvajoya pêşketinê domandiye

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi siyasetên boykotkirinê yên Amerîkayê li dijî hin welatan, got: Îranê tevî hebûna boykotan, hertim pêvajoya ber bi pêşketinê domandiye.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Hişmetullah Felahetpîşe roja Yekşemiyê li hevdîtina bi Fernando Kolor Serokê Komîsiyona Siyaseta derveyî û Ewlehiya Neteweyî ya Prlimana Birazîlê li Têhranê her wiha got: Îranê piştî serketina Înqilaba Îslamî dewranên cûrbicûr derbas kirine û di mezlûmiyetê da bi ser ketiye.

Felahetpîşe tevî amajeya bi binpêkirina Lihevkirina Atomî ji aliyê Amerîkayê va got: Piştî Hîlêr, dîktatorê nazî yê Almanyayê tu rayedarekî siyasî wekî Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê heta niha sozdameyên navneteweyî binpê nekiriye û bêewlehîtî li cîhanê pêk naeniye.

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê her wiha bi gotijna vê yekê ku koka baweriya têrorîsma zêdegav û tundrê li navçeyê, li ba hin hevpeymanên Amerîkayê ye, got: Kuştina diltezîn a Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekirê siûdî mînakek ji heft salan kuştina misilmanan bi vê baweriya têrorîstî ye.

Fernando Kolor, Serokê Komîsiyona Siyaseta derveyî û Ewlehiya Neteweyî ya Prlimana Birazîlê jî li vê hevdîtinê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku her cûre siyaseta boykotkirinê danûstadinên abûrî yên cîhanê tûşî kêşeyê tîne, got: Yekîtiya navbera welatan dikare rê li ber serêxwegirtina kiryarên bi zêdegavî yên Trump li dijî lihevkirinameyên navneteweyî bigire.

Başa dön tuşu