ÎranNûçeRojhilatanavin

Felahetpîşe: Tu yek ji mûşekên avêtî li Bab El Mendeb û Deryaya Sor yên Îranê nînin

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê got: Tu yek ji mûşekên ku kewkî bab El Mendeb û Derayay Sor hatine kirin yên Îranê nînin. Ev mûşek yên wan têîkoşeran in ku ji hêla stratijiyên berfireh û mezin, Îranê dilbêşê xwe dizanin.

Artêşa yemenê roja Çarşemiyê, 25ê Tîrmeha 2018an, gemiyeka şêrr a siûdî li perava rojavayî ya Yemenê bi mûşekekê da ber êrîşê. Pêştir jî hêzên yemenî karîbûn yek ji gemiyên şêrr ên hevpeymaniya siûdî li nêzikî perava parêzgeha Hudeydeyê bikin armanca êrîşa xwe. Rayedarên siûdî bi helahela û revîna ji dûhatên cinayeta xwe ya cengê li Yemenê, Îranê tawanbar dikin ku mûşekan dişîne Yemenê.

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê, Hişmetullah Felahetpîşe roja Yekşemiyê li gotûbêja bi Mehr Newsê ra got: Komên ku mûşekên viha kewkî ser gemiyên şêrr ên Erebistanê dikin, komên hevzimanê siûdiyan in.

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê got: Ev kom dizanin ku siûdî dê rehmê li can şû mal û zarokên wan nekin.

Felahetpîşe her wiha got: Têkoşerên yemenî ji hêla stratijiyên demdirêj û mezin va Îranê wek dilsojê xwe dizanin û li ser vê bawerê ne ku nearamkirina navçeyê bi wateya birrîna serê zarokên yemenî û behrêynî ye.

Wî bi gotina vê yekê ku hegera êrîşa Erebistanê li ser Yemenê û piştgiriya ji koma têrorîst a DAIŞê revîna siûdiyan ji dêmokrasiyê ye, got: li hemberî siyasetên wêranker ên Erebistan û Rêjîma Siyonîst, armanca Komara Îslamî ya Îranê geşatiya hevrê digel aştî, aramî û tenahiyê li Rojhilata Navînê ye.

Başa dön tuşu