IraqNûçeRojhilatanavin

Fermana Ebadî jibo veguhestina cebilxanên vî welatî

Serokwezîrê Iraqê, ferman da ku cebilxanên çek û rextan ên vî welatî bo derveyî bajaran bên veguhestin.

Li gorî rapora nûçegihanê me ji Bexdayê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê şeva buhurî, du rojan piştî teqîna li cebilxaneke vî welatî li rojhilata Bexdayê ku di encamê da 5 kes hatin kuştinê, fermana veguhestina wan ber bi derveyî bajaran da.

Dewleta Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand: Ebadî ferman daye fermandarîya opêrasyona hevpar a vî welatî ku hemî cebilxanên rext û çekan û heta karistanên çêkirina rext û sîlehan ên vî welatî veguhêze derveyî bajaran.

Cebilxaneke mezin a artêşa Iraqê du rojan berî niha li devera Ubêydî li rojhilata Bexdayê di encama êrişa bi rokêtan a kesên çekdar da teqîya ku di encamê da 5 kes hatin kuştinê û çend kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu