IraqNûçeRojhilatanavin

Gişt riyên revîna terorîstên DAIŞ`ê ji nav Felûcê hatin girtin

Operasiyona azadkirina Felûcê hîn berdewam dike û hêzên iraqî riya revîna terorîstan ji bajarê Felûcê girtine û pêşveçûna hêzên iraqî li bereyên curbicur ên derdora vî bajarî berdewam dike.

Li gor rapora Sumeriya Newsê, hêzên iraqî li gişt mêhwerên derdora bajarê Felûcê pêşveçûna xwe berdewam dikin. Di encama êrişa ser çeper û pêgehên DAIŞ`ê li Felûcê de bi sedan çete û terorîstên vê grûpê hatin e kuştin.

Hêzên iraqî ji başûra bajêr li qiraxê çemê Firatê, ji rojhilata bajêr li devera El Secariye, rojava wê El-Xalidiye û li bakûra bajêr li devera El-Seqlawiye dorpêçî li ser DAIŞê şidandine.

Hêzên gelanî yên wek Heşda Şebî û hêzên eşîretî û xwecî jî li bakûra Felûcê damezirîne da ku rê li ber revîna terorîstên DAIŞ`ê bigirin.

Berdevkê fernandetiya operasiyona hevpar a Iraqê Sertîp Yehya Resûl got: Operasiyona nav bajarê Felûce maye ser kemîlîna qisma duyem a operasiyona azadiya Felûcê û gotegotên li bara vê yekê ku operasiyon piştî meha Rojiyê tê domandinê rast nînin û ti pêwendiya wan bi hêzên hevpar re tine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu