Piştî teqînên terorîstî li Bexdayê, serokwezîrê Iraqê fermana şopandina komên nepenî yên terorîstî li vî welatî da.
Li gorî rapora El-Alamê, nivîsgeha raghandinê ya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja duşemiyê bi daxûyaniyekê raghand: Ebadî tev fermande û berpirsên saziyên îstixbaratî yên vî welatî civînek li dar xist ku têde fermanên pêdivî li bara şopandina tor û komên nepenî yên ser bi DAIŞ`ê, cizakirina wan û parastina ewlehiya welatiyên iraqî da.
Siba roja duşemiyê, du teqînên terorîstî yên li encama êrişa du êrişkirên întiharî li navenda Bexadyê, paytexta Iraqê nêzîkî 140 kes hatine kuştin û birîndar bûn ku halê hin ji birîndaran xirab hatiye ragahndin. Kanala Press TV`yê hejmara kuştiyên ev teqîna terorîstî, 38 kes û hejmara birîndaran jî 100 kes raghandiye.
Li gorî daxûyaniya nivîsgeha raghandinê a serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, û girtina endamên komeke terorîstî ya ser bi DAIŞ`ê li Felûcê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê daye.
Di eynî demê de, çavkaniyeke wlehiyê li parêzgeha Ebara Iraqê roja duşemiyê raghand: Hêzên Polîsê Felûcê karîn ku toreke terorîstî ya ser bi DAIŞ`ê têk bibin.
Xebata vê komê li taxa El-Şuhedayê li başûrê Felûcê bû û endamên wê ji xelkê vê taxê bêş û bertîl dixwestin.