CîhanEwropaFilistînNûçeRojhilatanavin

Fermana serokwezîrê Ustraliya bona veguhestina baylozxana vî welatî ji Telavîvê bo Beyt ul Muqeddesê

Serokwezîrê Ustraliyayê di çarçova peyrevîkirinekî şaş ji karbidestên Amerîkayê de fermana veguhestina baylozxana vî welatî ji Telavîvê bo Beyt ul Muqeddesê da.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Skat Morîson serokwezîrê Ustraliyayê ku bi reftarên fanatîk li vî welatî nasyar e, li bereberî hilbijartina hundirî ya parlemana vî welatî li hinek ji eyaletan ragihand; Ustraliya dê baylozê xwe ji Telavîvê bibe Beyt ul Muqeddesê.

Ev biryara Morîson piştî vê yekê hate dayîn ku Amerîkayê baylozxana xwe ya li erdên dagîrbûyî yên Filistînê ji Telavîvê veguheste Beyt ul Muqeddesê.

Ev biryara serokwezîrê Ustraliyayê rastî neyartiya grûpên curbicur ên siyasî û xebatkarên medenî yên piştevanê gelê Filistînê li vî welatî hat.

Penî Weng parlimanterê Partiya Karker a Ustraliyayê ev biryara Morîson siyaseteke teblîqatî bona vergirtina dengên xelkê daye zanîn.

Corc Brawnîng serokê bereya berevanîkirina ji heq û mafê filistîniyan li Ustraliya jî dewleta vî welatî bi hevpeymaniya tev siyasetên zêdexwazaneye Amerîka tawanbar kir.

Başa dön tuşu