Fermandarê Hêzên Dije Teror ê Iraqê ji xelkê Mûsilê daxwaz kir ku ji malên xwe dernekevin heta hêzên ewlekariyê dgihin cem wan.
Fermandarê Hêzên Dije Teror ê Iraqê Ebdulxenî el-Esedî bi daxuyaniyekî rojnamevanî ragihand ku hêzên ewlekariyê piştî gihiştina nav bajêrê Mûsilê, ji bo derxistina xelkê sivîl dê korîdorekî vekin.
Esedî ji xelkê xwest ku heta hêzên ewlekariyê negihin cem wan, ji malên xwe dernekevin û herwiha zanyariyan bidin wan.
Ji aliyê din ve Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cuburî piştgiriya xwe ji bo operasyonê ragihand û daxwaza parastina jiyana xelkê sivîl kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)