IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Dije Terorê: Deriyê revê hatine girtin û ew tengav bûne

Fermandarê Hêzên Dije Terora Iraqê dibêje, di çend rojên pêş de dê tevahiya rojhilatê bajarê Mûsilê bê kontrolkirin.

Fermandarê Hêzên Dije Terora Iraqê Ebdulxenî Esedî ragihand; “Piştî ku taxên Qudisa Yek û Du hatine kontrolkirin, deriyên revê yên DAIŞê hatine girtin. Niha hêzên  me li pey wan çekdaran de ne, ku xwe di nava taxan de veşartine.”

Esedî eşkere kir, ku moralê hêzên wan pir bilind e û got; “Bi moraleke mezin hêzên me berê xwe dane taxa Kerameyê. Bi hêviya xwedê çend rojên pêş me de em ê bigihin ser rûbarê Dîcleyê.”

Derbarê çekdarên hatine kuştin jî Ebdulxenî Esedî da xuyakirin; “Heta îro tenê li eniya me, wate li rojhilatê Mûsilê zêdetirî 2 hezar DAIŞî hatine kuştin. Di destpêka operasyonê de jî li gorî zanyariyan 5-6 hezar çekdarên wan hebûn. Lê gelek ji wan jî reviyan.”

Esedî behsa zehmetiyên şer jî kir û got; “Astengiyeke mezin li pêşiya me nîne. Lê em li hember hêzeke ne nîzamî şer dikin. Cih heta cih rewşa şer tê guhertin. Lê dîsa jî plana me dimeşe.”

Fermandarê Hêzên Dije Terora Iraqê herwiha da zanîn, ku hemû pirên navbera rojhilat û rojavayê Mûsilê de hatine hilweşandin û got; “Niha bi rêya beleman li ser rûbar kelûpelan dibin tînin. Lê nikarin çek û alavên giran ên weke otomobîlên bombebarkirî veguhezin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu